Emrîka ji Tirkîyeyê re bacekî îlawe anît

Emrîka ji Tirkîyeyê re bacekî îlawe anît

Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.

Di daxuyanîya ku ji teref Qesra Spî ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin Trumpê ji tarîfeya gimrika nû re ku di nav de gelek welat hene îmze avêtîye.

Li gorî vê biryarê, Tirkîye, di nav welatên ku Emrîkayê ji wan re ji sedî 15 bacê tîne de cîh girt. Hat diyarkirin ku ev biryar hemû hilberînan di nav xwe de dihewîne û dema ku ket merîyetê ew ê biryar derbasdar bibe.

Baca herî zêde ji Sûrîyeyê re hat anîtin

Li gorî biryara nû baca ku Emrîkayê ji welatan re anîtîye di navbera ji sedî 10 û 41î de diçe û tê. Di lîsteyê de baca herî zêde yê Sûrîyeyê ye û ew jî ji sedî 41 e; Hîndistan ji sedî 25, Efrîqaya Başûr ji sedî 30, Swêd ji sedî 39, Îngilistan ji sedî 10, Japonya ji sedî 15 ew ê bacê bide. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.