Emrîka li peravên Venezuelayê êrîşî keştiyeke din kir: 4 kes mirin

Emrîka li peravên Venezuelayê êrîşî keştiyeke din kir: 4 kes mirin

Emrîkayê li peravên Venezuelayê keştiyek din bi tohmeta hilgirtina maddeyên hişber xist û çar kes kuştin.

Emrîkayê êrîşên xwe li peravên Emrîkaya Başûr didomîne, bi îddîaya ku ew li dijî bazirganiya narkotîkê ya navneteweyî şer dike.

Wezîrê Parastinê yê Emrîkayê Pete Hegseth ragihand ku di êrîşeke li ser keştiyekê de ku tê îddîakirin ku maddeyên hişber ên neqanûnî hildigirt, çar kes hatine kuştin.

Hegseth destnîşan kir ku êrîş li avên navneteweyî yên li peravên Venezuelayê hatiye kirin û got, "Ev operasyon dê heta ku êrîşên li dijî gelê Emrîkî bi dawî bibin berdewam bikin."

Serokê Emrîkayê Donald Trump jî di twîtekê de got, "Îro sibê, keştiyek ku têra maddeyên hişber barkirî bû û ji bo kuştina 25.000 heta 50.000 kesan tê de bû, berî ku bikeve axa Emrîkayê, li peravên Venezuelayê hate lêdan."

Ev êrîşa çaremîn a Emrîkayê ye di hefteyên dawî de. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.