Emrîka Sana û Saadaya Yemenê dîsa hedef girt

Emrîka Sana û Saadaya Yemenê dîsa hedef girt

Hat ragihandin ku Emrîkaya îşxalker li dijî Sana û Sadaya bajarên Yemenê êrîşên asîmanî li dar xist.

Li gor xebera televizyona El-Mesîra ku aîdî Ensarullaha Yemenê ye, balafirên şer ên Emrîkaya îşxalker navçeyeke niştecihbûnê li navçeya Benî el-Herîs li bakurê Sanayê û malek li nêzî Nexweşxaneya Libnanê ya li navçeya Sebînê kirin hedef.

Balafirên şer ên Emrîkayê 3 êrîşên hewayî li nêzî bajarê Sada pêk anîn.

Li ser hejmara kuştî û birîndarên piştî êrîşan ti agahî nehatin bidestxistin.

Emrîka doh jî li Sana û Sadayê êrîşên hewayî pêk anîbûn.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya girêdayî Ensarullahê da hat ragihandin ku balafirên şer ên Emrîkayê ji 15ê adarê vir va zêdeyî hezar û 200 êrîşên esmanî birin ser Yemenê û di êrîşan da bi sedan sivîl mirin û birîndar bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.