Emrîkayê derheqê hevdîtina Trump û Putin de daxuyanî da

Emrîkayê derheqê hevdîtina Trump û Putin de daxuyanî da

Wezîrê Derve yê Emrîkayê Marco Rubio hêvî kir ku rêkeftineke aştiyê ya ku şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi dawî bike, were çêkirin.

Wezîrê Derve yê Emrîkayê Marco Rubio û Wezîrê Derve yê Paraguayê Ruben Ramirez Lezcano di merasîma îmzekirinê de ku li avahiya Wezareta Karên Derve ya li paytext Washingtonê pêk hat, daxuyanî dan.

Rubio behsa hevdîtina Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û hêvîya xwe anî ziman ku di vê lûtkeyê de pevçûna di navbera Ukrayna û Rûsyayê de were rawestandin.

Rubio got, "Ez difikirim ku em hemû li hev dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê, pêdivî bi gotûbêjekê li ser garantiyên ewlehiyê heye. Lazim e ku li ser nakokiyên axê, li ser îddîayên mafan, li ser tiştê ku ew ji bo wê şer dikin, gotûbêjek hebe."

Rubio tekez kir ku pêşîniya Trump rawestandina pevçûnan e û nirxand ku çareserkirina pirsgirêkê dê wext bigire.

Rubio, ku got ew ji civîna sibê encamên baş hêvî dikin, got, "Em bi hêvî ne. Em aştiyê dixwazin, em ê her tiştî bikin da ku bigihîjin wê, lê di dawiyê de, gihîştina rêkeftinekê dê di destê Ukrayna û Rûsyayê de be."

Biryar e Trump û Putin sibê li Alaskayê ji bo gotûbêjkirina bidawîanîna şerê li Ukraynayê bicivin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.