
Emrîka îlan kir ku rejima sîyonîst, pêşnîyaza agirbesta li Xezzeyê qebûl kirîye
Emrîka, daxuyand ku rejima sîyonîst, pêşnîyaza agirbesta li Xezzeyê qebûl kirîye. Hat destnîşankirin ku HAMASê hêj pêşnîyazê qebûl nekirîye, di pêvajoya lêkolînê de ye û hevdîtin berdewam dikin.
Di nûçeya ku medyaya rejima sîyonîst de hatîye belavkirin, Netenyahu bi malbatên êsîran re hatîye cem hev, û ji malbatan re gotîye ku ew ê pêşînyaza ku Wîtkoff teklîf kirîye ku di nav de pevguhertina êsîran, agirbesta li Xezzeyê heye qebûl bikin.
Emrîkayê, daxuyand ku rejima îşxalker agirbesta li Xezzeyê îmze kirîye. Di daxuyanîya ku ji Qesra Spî ve hatîye belavkirin de hat îfadekirin ku hêna jî Hamasê pêşnîyazê qebûl nekirîye û hevdîtin jî berdewam dikin.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku pêşnîyaz ji teref rayedarên rêxistinê ve tê lêkolînkirin û bersiva ku ew ê bê dayîn jî, “Menfeatên gelê Filistîna li Xezzeyê biparêze, ji gihandina alîkarîya însanî re feydeyê bide û ji temînkirina agirbesta mayînde re jî xizmetê bike.”
HAMASê di daxuyanîya ku berê dabû de, îfade kiribû ku ew bi Temsîlkarê Taybet ê Rojhilata Navîn a Serokê Emrîkayê Trump Wîtkoff re li ser çarçoveya agirbesta li Xezzeyê li hev kirine. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.