Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Ensarullah Mihemed el-Buh: Êrîşên Emrîkayê tesîrek li operasyonên me yên li Behra Sor nekirine
Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Ensarullah, Mihemed el-Buhayti, tekez kir ku operasyonên leşkerî yên Ensarullah li Behra Sor berdewam dikin û got ku ev operasyon ji êrîşên Emrîkayê tesîrdar nabin.
El-Buhayti îddîayên Washingtonê yên ku dibêjin Ensarullah windahiyên giran xwariye red kir û got, "Hejmara windahiyên ku ji hêla Emrîkayê ve hatine ragihandin rastiyê nîşan nade. Tevî dijwarbûna êrîşan jî, windahiyên me piçûk û bêwate ne."
El-Buhayti behsa êrîşa dawî ya li ser kampa koçberan kir û got: "Li nêzîkî vê kampê ti hebûna me ya leşkerî tune ye. Armancgirtina sivîlan rewşa bêçalak û sûcdar a Emrîkayê eşkere dike."
El-Buhayti her wiha got ku zêdekirina êrîşên Emrîkayê bi piranî ji bo armancên medyayî bû û tesîreke leşkerî ya girîng çênebû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.