Ensarullah biryara dorpêça Bendera Hayfayê girt

Ensarullah biryara dorpêça Bendera Hayfayê girt

Hêzên Çekdar ê Yemenê, daxuyand ku ew li ser berdewamkirina êrîşên li dijî Xezzeyê Bendera Hayfaya îşxalkirî kirine nav lîsteya xwe ya hedefan.

Hêzên Çekdar ê Yemenê, daxuyand ku li hember berdewamkirina êrîşên li dijî Xezzeyê biryara dorpêça behrê girtine.

Li gorî daxuyanîyê, hêzên çekdar ên ku baskê leşkerî ya Tevgera Ensarullahê ne, pişta xwe daye Xwedê û bi emrê serokatîya xwe, Bendera Hayfayê kirine nav lîsteya xwe ya hedefan.

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin:

“Bendera Hayfayê ji vê daxuyanîyê şûnve êdî hedefa me ye. Em ji hemû keştîyên bazirganîyê yên ku biçin benderê an jî ji benderê derkevin û şîrketên eleqedar re bang dikin ku bila vê hişyarîyê gohdar bikin.”

Hat destnîşankirin ku ev gav, piştî tetbîqkirina li dijî Bendera Ummî Reşreş (Eilat) ê ku piştî dorpêçê fealîyetên wî hatin sekinandin hatîye avêtin. Di daxuyanîyê de, bal hat kişandin ku Ensarullah ew ê di warê destekdayîna ji gel û berxwedana Filistînê re de ji avêtina gavên nû paşve nemîne.

Xeyn ji vêya Hêzên Çekdar ê Yemenê, diyar kir ku heger dorpêç û îşxal bidawî bibe wê hemû operasyonên hem ji behr hem jî ji bejahîyê bidin sekinandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.