
Erdheja li Hewlêrê çêbû li bakur jî hat hîskirin
Li payîtexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê de di mezinahîya 4,8an de erdhejek pêk hat. Erdheja ku pêk hat li Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê jî hat hîskirin.
Hat îfadekirin ku erdheja ku pêk hat 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye û di encamê de Colemêrg, Bêdlîs û navçeyên Qilaban û Cizîra Şirnexê jî erd lerizîye.
Li gorî agahîyan li hinek gundên girêdayê Gevera Colemêrgê di dîwarên xanîyan de teqîn çêbûne.
Welatîyên herêmê li ber malên xwe agir pêxistin û şeva xwe li derve derbas kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.