Erdhejzedeyên Efxenistanê ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin

Erdhejzedeyên Efxenistanê ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin

Hejmara qurbaniyên erdheja 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efxenistanê gihîştiye 2.205 kesan. Emîrtîya Îslamî hewlên xwe yên alîkarîyê zêde dike û xelk ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin.

Erdheja bi hêza 6.0 pileyî ku şeva Yekşemê li parêzgehên rojhilatê Efxenistanê, bi taybetî li wîlayeta Kunarê, qewimî, bû sedema qurbaniyên gelek mezin û zirarên mezin li xanîyan. Ji ber felaketê bi sedan malbat bêmal man.

Kesên sax mane dibêjin ku wan hem endamên malbatê û hem jî hemû tiştên xwe winda kirine û niha ji hikûmet û rêxistinên navneteweyî li benda alîkariya lezgîn in.

Li gorî Tolo News, Amir Mihemed ji Kunarê got, "Li vir yek xaniyek jî sax nema. Li her xaniyekî, herî kêm jinek jinebî ma. Jiyan û milkê me wêran bû."

Niştecihekî din ê zirardar, Nematullah jî weha got: "Du endamên malbata me şehîd bûn. Em mirovên xizan in. Xanîyên me wêran bûn. Ji şeva erdhejê ve em nikarin razên; em tenê şiyar in."

Rizgarbûyên ji vê bûyerê daxwaza alîkariyeke berfireh ji Emîrtîya Îslamî û her wiha civaka navneteweyî dikin.

Piştî erdhejê, hikûmeta Emîrtîyê seferber bû û hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkarîyê zêde kir.

Berdevkê Desteya Rêvebiriya Felaketa Neteweyî Muhemed Yusuf Hemed got: "Li ser erdê komîte hatine damezrandin, di nav de yên ekîbên tenduristî, lêgerîn û rizgarkirinê, tahliyekirina qurbaniyan û veguhastina cenazeyan hene. Serokên van komîteyan li wir in û bi awayekî çalak dixebitin. Alîkarîya yekem hatîye belavkirin, û alîkarîyên din jî di rê de ne. Hemû dezgehên hikûmet û piştgiriyê li herêmê vekolînan dikin û dê li gorî wê alîkariyê belav bikin."

Alîkarê Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, Hamdullah Fitrat, ev amarên li ser medyaya civakî parve kir.

Fitrat diyar kir ku li hinek navçeyên wîlayeta Kunarê bi sedan cenazeyên din hatine derxistin, bi vî awayî hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye 2205 kesan. Hejmara birîndaran ji gihîştiye 640 kesan.

Fitrat got, "Digel ku xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin, li deverên cûrbecûr ji bo welatiyan kon hatine danîn û sewqiyatên madeyên xav û alîkariya awarte bi rêkûpêk têne kirin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.