Êrîşa bombeyî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin

Êrîşa bombeyî ya li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin

İkametgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê bi Balafirên Bêmirov Hat Armancgirtin.

Li îkametgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li parêzgeha Duhokê, êrîşeke bi Balafirên Bêmirov hat encamdan. Piştî êrîşê li herêmê dengê teqînan hat bihîstin û hat diyarkirin ku rêveberiya herêmî tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî, di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de êrîş şermezar kir û bi Barzanî re peywendiyeke telefonî pêk anî.

Hat ragihandin ku Sûdanî ji bo ronîkirina bûyerê ferman daye ku tîmeke hevbeş a ewlehî û teknîkî were avakirin. Her wiha Serokwezîr destnîşan kir ku Iraq dê rê nede ti hêzên deryasayî ku welat bikişînin nav şer û pevçûnên herêmî.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.