
Evîndarên Pêxember: Em l'enetê li xizmetkarên herêmî yên Charlie Hebdo dikin!
Weqfa Evîndarên Pêxember bertekek tund nîşanî kovara mîzahê ya bi navê Leman ku heqaret li Pêxember Hezretî Muhammed kir da.
Weqfa Evîndarên Pêxember Kovara Lemanê ji ber nivîsên wê yên bêrêzî ya li hember Pêxember Hezretî Muhammed şermezar kir.
Weqfê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku êrîşên bi vî rengî yên ku heqaret li Pêxemberê me (s.a.w) jî dikin nayên qebûlkirin.
Weqfê got, "Bila dê û bavê me ji bo wî feda bibin, em hevkarên herêmî yên Charlie Hebdo, yên ku li ser Pêxemberê me Hezretî Muhammed (s.a.w.), Rêberê Herdu Cîhanan e, postên heqaret li ser wan kirine, bi nifira Xwedê (cc) û melekan şermezar dikin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.