Ewrûpa Yetîm Elî alîkarîya zivistanê kir
Ewrûpa Yetîm Elî ku li çar alîyê Tirkîyeyê xebatên alîkarîyê bikartîne, li Mûşê jî ji gelek malbatan re alîkarîya komir û êzingan kir.
Komele ji bona ku di zivistanê de malbatên feqîr û mihtac dikaribin ar û dû bişewitînin o xwe pê germ bikin alîkarîya komir û êzingan kir.
Di vê çarçoveyê de komele li Mûşê gelek malbatan tespît kir û ji wan re ji bo zivistanê ar û dû gihand.
Dildarê komeleyê yê Hamburgê Ayhan Ardiç derheqê xebatê de axivî û got, “Me vê salê jî weka her salê malbatên xwe yên feqîr tespît kir û ji wan re ar û dû temîn kir. Em wisa armanc dikin ku bi piştgirîya xêrxwazên xwe em ê bighêjin malbatên zêde.”
Rayedarên komeleyê, îfade kirin ku ew ê heta dawîya zivistanê xebatên xwe bidomînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.