Fitira sala 2026an diyar bû: 240 Lîre
Sazîya Bilind a Karên Dîn ê Serokatîya Karên Dîyanetê, daxuyand ku ji meha Remezana 2026an heta destpêka Remezana 2027an heqê fitrê wek 240 Lîreyî hatîye diyarkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Sazîyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di bin serokatîya Prof. Dr. Abdurrahman Haçkali de civînek hat lidarxistin û di encama wê civînêde fîyeta fitra sala 2026an hat nîqaşkirin.
Piştî civînê daxuyanîyek hat belavkirin û hat gotin ku Misilmanên ku bighêjin Cejna Remezanê û xwedî heqê nîsaba xeyn ji lazimatîyên xwe yên bingeh, bi navê mirovên ku mecbur in li wan binêrin îbadetekî malîye ku bi cîh bînin.
“Fitra 2026an 240 Lîreyî ye”
Di daxuyanîya ku bi nirxandinan hat kirin de weha hat gotin: “Ji destpêka meha Remezana 2026an heta destpêka Remezana 2027an heqê fitrê 240 Lîre hatîye diyarkirin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.