Fransa, cihên xwe yên leşkerî ya li Senegalê teslîm kir

Fransa, cihên xwe yên leşkerî ya li Senegalê teslîm kir

Fransa du navendên xwe yên leşkerî yên li Senegalê teslîmî rayedarên Senegalê kir.

Di daxuyaniya ku ji teref Balyozxaneya Dakarê ya Fransayê hat kirin de hat gotin ku, navendên bi navê “Marechal" û "Saint-Exupery", li gorî peymana ku berê hatibû kirin hat teslîmkirin Senegal ê.

Tarîxa teslîmkirina 3 wargehên din ên leşkerî yên Fransayê jî wê ji aliyê Komîteya Hevbeş a Fransa-Senegalê ve were diyarkirin.

Serokê Senegalê Bassirou Diomaye Faye ragihand ku îsal nêzî 350 leşkerên Fransî yên li wî welatî dê welatê wî terk bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.