Gelê Dîyarbekirê ji bo Xezzeyê hatin cem hev û dua kirin
Tûgayên Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê, ji bona ku gelê Xezzeyê ji bin zilm û tehdeyîya rejima îşxalkeran xelas bibe banga duayê kiribû, gelê Dîyarbekirê jî beşdarî bangê bûn û civîyan.
Bi pêşengîya Weqfa Evîndarên Pêxember gelê Amedê hatin cem hev û ji bona ku gelê Xezzeyê ji bin zilm û tehdeyîya rejima îşxalkeran xelas bibe destê xwe ji Xwedê re vekirin.
Di bernameyê de axavtinek kurt hat kirin û dûre ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Abdulquddus Yalçin ve pêşî bi cemaetî nimêj hat kirin û dûre jî dua hat kirin.
Mele Abdulquddus Yalçin, di bernameyê de bi tevî gelê Amedê destê xwe vekir û ji bo hemî Misilmanên li çar alîyê cîhanê û dûre jî bi teybetî ji bo xûşk û birayên me yên li Xezzeyê bighêjin firehîyê duayan kir. Yalçin ji Xwedê xwest ku bila ji ummetê re yekîtîyê û ji alema Îslamê re jî li hember zaliman zeferê bike nisîb. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.