Gengeşîya navbera Emrîka û Venezuelayê zêde dibe

Gengeşîya navbera Emrîka û Venezuelayê zêde dibe

Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, destnîşankir keştîyên Emrîkayê ku li peravên Venezuelayê bicîhkiribû, wek tehdîdeke mezin a 100 salê li dijî Emrîkaya Başûr e.

Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, diyar kir ku Emrîkayê 8 keştîyên xwe li peravên Venezuelayê bicîh kirîye, 1200 fuze û keştîyekî nukleerî ya binê avê jî berê xwe dane wan û got, “Ev ne exlaqî ye, tehdîdekî xwîndar a ku di nav xwe de sûc dihewîne ye.”

Maduro, ragihand ku ev tehdîd, tehdîda herî mezin a 100 salî ye li dijî Emrîkaya Başûr hatîye nîşandan, îfade kir ku di warê polîtîkayê şîyarbûnekî kûrewî ye û ew ê li ser rûyê erdê kolonyalîzm an jî xwebilind dîtinê cîh nebîne.

Maduroyê Serokê Dewleta Venezuelayê, bang li Serokê Serokê Emrîkayê Donald Trump kir û got, “Serok Trump, Bila haya te ji te hebe. Çîmkî (Wezîrê Karên Derve) Marco Rubio, dixwaze ku destê we bike gola xwînê. Bi destê Venezîelalîyan û Emrîkayîyên Başûr.”

Maduro destnîşan kir ku ew naxwazin ji tu welatekî re bibin mînak, û ew qebûl nakin ku tu welatekî jî ji wna re modelekî bidin zextkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.