Germahîya zêde tesîra xwe berdewam dike

Germahîya zêde tesîra xwe berdewam dike

Meteorolojî, diyar kir ku ew ê germahîya hewayê li ser demsalê berdewam bike. Li alîyê hindirê Behra Reş jî tê texmînkirin ku ew ê baran bibare.

Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, daxuyand ku ew ê germahîya hewayê li giştîyê welat li ser pileya demsalê be.

Di van rojên ku germahîya zêde tesîrdar e de, bi taybet ji bo mirovên ku nexweşîyên wan ên kronîk hene, îxtîyar û zarokan hişyarî hat dayîn ku bila bi baldar bin.

Li gorî texmînên dawîn wê li herêmên bakurrojhilat jî ewr be.

Li gorî agahîyan li derdorê Erdexanê, Gîresûn, Trabzon, Rîze û Artvînê baran bibare.

Pisporan diyar kirin ku bila welatîyan zêde zêde avê vexwin û di seatên nîvroyê de dernekevin derve. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.