Gurên birçî ketin nav axurekî 111 pezan kuştin

Gurên birçî ketin nav axurekî 111 pezan kuştin

Li navçeya Mehmûdîya Wanê gurên ji birçîna êrîşî axurekî kirin. 111 pez mirin û gelek heywan jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gurên birçî bi şev daketine Taxa Kazimpaşa ya navçeyê û êrîşî axurê Vahap Bakir û Namet Bakir kirine, ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina heywanan dikin.

Komek gur ketin nav axurekî, 111 pez kuştin û gelekên din jî birîndar kirin. Xwediyên keriyên ku serê sibê ji bo xwarina heywanên xwe çûn axur, ji tiştê ku dîtin matmayî man.

Piştî wergirtina raporê, ekîbên cendermeyan, Rêveberiya Çandinî û Daristanan û Ekîba Îtfaîyeyê ya Mehmûdîyê şandin herêmê. Lêkolînan eşkere kir ku 111 pez telef bûne û gelekên din jî birîndar bûne.

Xwediyên keriyan gotin ku wan di şevekê de yekane çavkaniya xwe ya dahatê winda kirine û ji rayedaran piştgirî xwestin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.