Guterres bang kir ku bila firehkirina îşxalê bi lez û bez were sekinandin

Guterres bang kir ku bila firehkirina îşxalê bi lez û bez were sekinandin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, bang li rejima sîyonîst kir ku bi lez û bez pêşveçûna plana jîngeha ‘E1’ bide sekinandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di daxuyanîya ku da de got, “Sekina me zelal e: Jîngehên li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat ên îsraîlê û duzena ku bi vana re girêdayî ye, bi îxlalkirina hiqûqa navneteweyî hatîye çêkirin û tê berdewamkirin.”

Guterres, destnîşan kir ku ev jîngehên neqanûnî ew ê îşxalê qewettir bike û gengeşîyê zêdetir bike, ev gav jî ew ê Dewleta Filistînê ya di çarçoveya çareserîya du dewletî de bike nav talûkeyeke mezin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.