Guterres bang li Xezzeyê dike: Divê hemû alî bi tevahî rîayetê peymanê bin

Guterres bang li Xezzeyê dike: Divê hemû alî bi tevahî rîayetê peymanê bin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres lihevkirina li ser merhaleya yekem a plana aştiyê ya Xezzeyê ya Donald Trump wekî "derfeteke dîrokî" bi nav kir.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres peymana ku ji teref Serokê Emrîkayê Donald Trump ve di navbera Hamas û rejîma sîyonîst de hatiye ragihandin û armanca wê destpêkirina agirbest û pêvajoyek "aştîyê" li Xezzeyê ye, pêşwazî kir.

Guterres di daxuyaniya xwe de pesnê hewldanên dîplomatîk ên Emrîkayê, Qeter, Misir û Tirkiyeyê da û got, "Ez hemû aliyan vedixwînim ku vê derfeta dîrokî bikar bînin û rê li ber pêvajoyeke sîyasî ya pêbawer vekin ku îşxalê bi dawî bike."

Sekreterê Giştî yê NY her wiha diyar kir, "Divê mafê gelê Filistînê yê diyarkirina çarenûsa xwe were naskirin; çareseriya du dewletan, ku dê bihêle du gel di nav aştî û ewlehiyê de bijîn, êdî nayê paşxistin. Talûke qet ewqas mezin nebûne."

Guterres tekezî li ser pêwîstiya gihîştina bê asteng a alîkariyên mirovî û kelûpelên bazirganî li Xezzeyê kir. Wî her wiha daxwaza "berdana bi rûmet a hemî êsîran, agirbesta daîmî û bidawîanîna tevahî ya êşê" kir.

Trump: "Îro rojeke girîng e"

Serokê Emrîkayê Donald Trump li ser platforma medyaya civakî Truth Social ragihand ku Hamas û rejîma sîyonîst ji bo pêkanîna merhaleya yekem a planê li hev kirine. Trump got, "Hêzên îsraîlê dê vekişin sînorê diyarkirî, û êsîr jî dê di demek pir nêzîk de werin berdan."

Trump ev pêşketin wekî "rojeke mezin ji bo cîhana Ereb û Îslamî, îsraîl û Emrîkayê" bi nav kir û ji bo rola wan a wekî navbeynkar spasiya Qeter, Misir û Tirkiyeyê kir.

Daxuyanîya HAMASê

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Hamasê ve hat weşandin, hat diyarkirin ku peyman rawestandina tevahî ya şer, vekişîna hêzên îşxalker ji Xezzeyê, ketina alîkariya mirovî û pevguhertina êsîran a hevbeş dihewîne. Tevgerê bang li Trump û dewletên garantor ên peymanê kir ku "destûr nedin îşxalkeran ku mafên wan asteng bikin an jî îxlal bikin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.