HAMAS: Me hemû êsîran û cenazeyên wan teslîm kir

HAMAS: Me hemû êsîran û cenazeyên wan teslîm kir

HAMASê diyar kir ku wan hemû êsîrên zindî û cenaze yên ku wan dîtine teslîm kirine, lê ji bo cenazeyên mayî jî amûrên taybet hewce dikin.

Vegerandina cenazeyan di peymana pevguhertina êsîran a bi HAMASê re hatî kirin de berdewam dike.

HAMASê tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi peymana agirbestê kir û got, "Me hemû êsîrên zindî yên ku me di destê wan de bûn û cenazeyên ku me dîtin teslîm kirin. Ji bo dîtin û derxistina cenazeyên mayî amûrên taybet hewce ne. Em ji bo vê yekê hewldanên mezin dikin."

Di daxuyaniyek berê de, HAMASê ragihand ku ew ê êvarê termên du êsîrên din ên siyonîst teslîm bike.

HAMASê heta niha li gorî peymanê heşt cenaze radest kiriye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.