
HAMASê 3 pîrekên êsîr teslîmî Xaçasor kir
Di çarçoveya peymana pevguhertina êsîran a di navbera Hamas û rejima sîyonîst de 3 pîrekên êsîr, ji teref HAMASê ve ji Xaça Sor ve hat teslîmkirin. Ew ê li hember van êsîran jî rejima sîyonîst wê 90 Filistînîyan serbest berde.
Ekîba Xaçasor, li Meydana Saraya ya Xezzeyê amade bûn, 3 pîrekên êsîran jî Tûgayên Qessam teslîm girtin.
Ji operasyona ku Tûgayên Qessam bi hemû teçhîzat û amûrên xwe beşdarî bûbûn re, bi hezaran Filistînî jî bi tekbîr û siloganan beşdarî wan bûn.
Li gorî daxuyanîya niviskî ya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de Xaça Sor hat îfadekirin ku, 3 pîrekên êsîr teslîmî wan hatine kirin.
Xaça Sor di çarçoveya peymana pevguhertina êsîran de ji bona ku êsîrên Filistînî teslîm bigrin çûn Zindana Ofera Şerîaya Rojavayê.
Di daxuyanîya ku ji teref Lijneya Yên ku hatine serbestberdan û Êsîran ku girêdayê Rêxistina Azadîya Filistîn û Cemîyeta Êsîrên Filistînê ye ve hat belavkirin de, navê 90 Filistînîyên ku ew ê rejima îşxalker serbest berde jî hat weşandin.
Hat diyarkirin ku ji 90 Filistînîyên ku wê bêne serbestberdan 69ê jê pîrek, 20 jê zarok yek jî ciwan e.
Qetarê daxuyandibû ku di warê pevuhertina êsîran û agirbesta li Xezzeyê de lihevkirin hatîye kirin.
Peyman, doh di seat 12.15an de ket rewacê. Ew ê di nav 42 rojên ewil a ku wê ev peyman ji sê merhaleyan pêk bê de 33 êsîrên sîyonîst bêne serbestberdan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.