Hamasê di danûstandina êsîran de israr dike ku Merwan el-Bergoussi were serbest berdan
Li gorî raporên medyaya îşxalker, HAMAS di peymana pevguhertina êsîran a bi rejîma îşxalker re de şertek e ku Merwan el-Bergussi rêberê Filistînî yê ku demek dirêj e êsîr e were serbest berdan.
Li gorî agahiyên ku rojnameya Yedioth Ahronoth hatin bidestxistin, diyar dike ku şandeyeke HAMASê dê li Qahîreyê bi navbeynkarên Misir, Qeter û Emrîkayê re bicive da ku li ser rêkeftinekê nîqaş bikin ku berdana bi sedan êsîrên Filistînî li hember berdana êsîrên îşxalker dihewîne.
Di raporê de hat gotin ku berdana Merwan el-Bergusî, ku zêdetirî 23 salan di zindanên îşxalê de ye, "yek ji şertên bingehîn ên danûstandinan e".
Her wiha hat diyarkirin ku di lîsteyê de kesayetên navdar ên wekî Sekreterê Giştî yê Cepheya Gel a Rizgariya Filistînê Ehmed Seadat û fermandarê berê yê Tûgayên Qessam ên li Şerîaya Rojava Abdullah el-Bergussî hene.
Di heman demê de, hate ragihandin ku Misir dê ji bo nîqaşkirina hûrguliyên danûstandina êsîran di çarçoveya plana Serokê Emrîkayê Donald Trump a ji bo bidawîanîna şerê li Xezzeyê de, mazûvaniya şandeyên Hamas û îşxalker bike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.