
Hamasê, êsîrê sîyonîst ê Emrîkayî Îdan Alexander serbest berda
HAMASê, di encama hevdîtinên rasterast ên bi bireveberîya Emrîkayê re de êsîrê sîyonîst ê Emrîkayî Îdan Alexander serbest berda.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê Leşkerî yê HAMASê, daxuyand ku ew di encama hevdîtinên rasterast ên bi bireveberîya Emrîkayê re de leşkerî êsîr ê ku duwelatîya wî ya Emrîka-sîyonîstan hebû serbest berdane.
Hat destnîşankirin ku Alexander li Xan Yûnisê ji ekîbên Xaça Sor re hatine teslîmkirin.
Alexanderê leşkerê êsîr ku ji teref ekîbên Xaça Sor ve hatin teslîmgirtin, ji herêma îşxalkirî re hat anîtin.
Îda Alexanderê êsîr, di sibeha 7ê Cotmehê de ji teref Tûgayên Qessam ve di “Tofana Eqsayê” de hatibû qefaltin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.