Hejmara kesên ku bi darê zorê ji Xezzeyê koç kirine ji 796 hezarî derbas bûye

Hejmara kesên ku bi darê zorê ji Xezzeyê koç kirine ji 796 hezarî derbas bûye

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kesên ku bi darê zorê ji Xezzeyê koç kirine ji 796 hezarî derbas bûye.

Alîkarê Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Daniela Gross diyar kir ku ji ber êrîşên îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê koçberbûna bi darê zorê zêde bûye û li giştîyê Xezzeyê di navbera 12 û 20ê Tebaxê de nêzîkî 17 hezar koçberên nû hatine qeydkirin.

Gross got, "Ev hejmara herî dawî hejmara giştî ya koçberên ku ji dawiya agirbestê di nîvê Adarê de hatine qeydkirin digihîje zêdetirî 796 hezarî."

Gross destnîşan kir ku ji sedî 95ê koçberiya bi darê zorê li bajarê Xezzeyê pêk hatiye, û xelk ji ber êrîşan ji rojhilatê bajêr reviyan û ber bi başûr û rojava ve koç kirin.

Gross her wiha diyar kir ku rayedarên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) hişyarî dane ku bombebarana bênavber a bajarê Xezzeyê û deverên derdorê encamên wêranker li ser sivîlan çêdike û dibe sedema gelek qurbaniyên sîvîlan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.