Hejmara mirîyên teqîna li Bender Abbasê zêde bû: 14 mirî, 750 birîndar

Hejmara mirîyên teqîna li Bender Abbasê zêde bû: 14 mirî, 750 birîndar

Di teqîna li Bendera Şehîd Rajayî ya bajarê Bandar Ebas a Îranê de hejmara miriyan derket 14an û hejmara birîndaran jî derket 750î.

Hejmara teqîna tund a li Bendera Şehîd Rajayî ya li bajarê Bandar Ebas a parêzgeha Hurmuzgan a Îranê her ku diçe girantir dibe.

Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Îskender Mûmînî ragihand ku di teqînê de 14 kes mirin û 750 kes jî birîndar bûn.

Mûmini da zanîn ku ji birîndaran 212 kes ji nexweşxaneyan tên dermankirin û birîndarên din jî li navendên tenduristiyê yên parêzgeha Hurmuzgan û parêzgehên derdorê tên dermankirin.

Mumini da zanîn ku ji ber bayê xurt hê şewat nehatiye kontrolkirin û got ku agir bi konteynirên din jî ketiye û teqînên nû rû dane.

Di daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Rêveberiya Qeyranê ya parêzgeha Hurmuzganê de hat ragihandin, ji bo parastina tenduristiya xwendekaran û qirêjiya hewayê ya ku ji ber teqînê derketiye, sibe li hemû saziyên perwerdeyê yên li bajarê Bandar Ebasê perwerde dê ji bo rojekê were rawestandin.

Waliyê Hurmuzganê Muhammed Aşûrî jî diyar kir ku heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn, lê tê dîtin ku teqîn bi maddeyên şewatê ve girêdayî ye û wiha got, "Ewlehiya benderan bi awayekî rêkûpêk tê şopandin, lê Bendera Şehîd Rajayî cihê ku kelûpelên cûrbecûr tê de ne. Hişyariyên ciddî hatin kirin û em ê di lêkolînên bê de encamên wê ragihînin."

Hat ragihandin ku li bendera stratejik ku beşeke girîng a îxracata welat lê tê kirin jî xebatên bi temamî hatine rawestandin. Di daxuyaniya Rêveberiya Gumrika Îranê de hat ragihandin ku sewqiyata hinardekirinê ya li Bendera Şehîd Recayî heta daxuyaniyeke din hatiye rawestandin.

Bendera Bandar Ebas ku li peravên Kendava Farsê ye, yek ji girîngtirîn navendên bazirganî û lojîstîkî yên Îranê ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.