Hejmara qurbaniyên qezaya li Mêrdînê gihîşt 4 kesan
Kadir Can Süer (24) ku di qezaya ku di 7ê Sibatê de li navçeya Artuklu ya Mêrdînê qewimî de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.
Qeza, di 7ê Sibatê de li nêzî taxa Akıncı ya navçeya Artukluyê qewimî.
Wesayîteke bi plakaya 34 SB 6901 û qamyoneke bi plakaya 47 AAV 59 li hev ketin; navên şofêran nehatin hînbûn. Mirovên birîndar ên ku di encama qezayê de di wesayîtê de asê mabûn, ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve ji wesayîtê hatin derxistin.
Melek Durmuş (26) ku di wesayîtê de bû li cihê qezayê û Ayşenur Kutukcu (26) jî li nexweşxaneya ku wê birinê mir. Muhammed Heja Solhan (22) û Kadir Can Süer (24) ku rewşa wan giran bûn û B.Ç. (26) ku rewşa wî ya jiyanê nebaş bû, ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.
B.Ç. piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket, lê Muhammed Heja Solhan di 27ê Sibatê de li nexweşxaneyeke taybet a li Dîyarbekirê, ku ew lê hatibû veguhestin, wefat kir.
Kadîr Can Süer ê ku li beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê dihat dermankirin jî îro canê xwe ji dest da. Cenazeyê Süer ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.
Bi mirina Kadîr Can Süer re, hejmara kesên ku di qezayê de mirine gihîşt 4an. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.