Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 70 hezar û 125an

Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 70 hezar û 125an

Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve bûne sedema şehîdbûna zêdetirî 70 hezar û birîndarbûna zêdetirî 171 hezar Filistîniyan. Bi hezaran kes di bin kavilan de mane.

Çavkaniyên tenduristiyê li Xezzeyê ragihandin ku hejmara qurbaniyên êrîşên rejîma sîyonîst ên di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin her roja ku derbas dibe girantir dibe.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara şehîdan gihîştiye 70 hezar û 125 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 15 kesan. Piraniya şehîdan zarok û jin in.

Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku gelek Filistînî hêna jî di bin kavilan de li deverên ku rastî bombebarana dijwar hatine veşartin, lê ambulans û ekîbên rizgarkirinê ji ber êrîşan nekarîn bigihîjin gelek deveran.

Di 24 saetên dawî de, heşt şehîd anîne nexweşxaneyên li Xezzeyê; hat ragihandin ku heft kes di êrîşên dawî de mirine û yek jî ji bin kavilan hatiye rizgarkirin.

Ji dema qaşo agirbestê ya bi rejîma sîyonîst re ku di 11ê Cotmehê de dest pê kir, heta niha 366 Filistînî şehîd bûne, 938 kes birîndar bûne û termên 619 şehîdan ji bin xirbeyan hatine derxistin.

Ekîbên tenduristî yên Filistînî dibêjin ku ji ber êrîşên bênavber û tinebûna pêdiviyên tenduristî rewş roj bi roj xirabtir dibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.