Hejmarê qurbanîyên qezaya Çinarê derket 4 kesan
Walîtîya Dîyarbekirê ragihand ku hejmara qurbaniyên qezaya trafîkê ya zincîrî ya ku 5 wesayît tê de bûn li navçeya Çinar a rêya Dîyarbekir-Êlihê gihîştiye 4 kesan.
Walîtiyê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê, di qezaya ku li Hiccetî pêk hat de çar kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji du kesên bi giranî birîndar li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan mir, lê kesê din ê bi giranî birîndar hêna jî tê dermankirin.
Hate diyarkirin ku piştî agahdarkirina qezayê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê, polês, AFAD û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat ragihandin ku piştî wergirtina alîkariya ewil, mirovên birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên derdorê hatine veguhastin û dermankirina wan berdewam dike.
Di daxuyaniya walîtiyê de, ji bo welatiyên canê xwe ji dest dane Xwedê rehma xwe lê bike, ji bo malbatên wan sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî şîfaya bilez xwest.
Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser qezayê berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.