Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin

Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin

Di metna ku di çarçoveya 23ê Nîsanê de ji zarokan re hatibûn ziberkirin de; tê gotin ku cil û bergên çarşef, fes û peçe “hatine avêtin” û ji cîhê wan re jî “cil û bergên ku medenîyeta rojavayê temsîl dikin hatine anîtin” ev jî bû bertek.

Ji bernameya ku di çarçoveya 23yê Nîsanê de li dibistanan hatine tertîpkirin re bertekên mezin têne nîşandan.

Di bin navê şano û bernameyên 23ê Nîsanê de hest û ramanên saf û paqij ên zarokan hatine qirêjkirin û nirxên dînî û dîrokî wek “ne li gorî vê çaxê” hatine nîşandan.

Ji teref mamosteyên zarokan ve ji zarokan re metnek hat ziberkirin ku di metnê de tê derbaskirin qaşo cil û bergên wek peçe, çarşef û fes wek “hatine avêtin” û ji cîhê wan cil û bergan re cil û bergên “li gorî medenîyeta rojava” hatine anîtin.

Bi vê metnê fikr û dilê paqij ên zarokan bi van tiştan hatine qirêjkirin û dîn û dîrok wek “ne li gorî vê çaxê/ ne medenî” hatine nîşandan.

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînê jî ji vê rewşê re bertek nîşan da û li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî van gotinan parve kir, “Dema ku Rojava; balafir, wesayît û teknolojîyê pêşve dibir we jî me bi cil û bergên welatîyên me, bi tesettûr û şaşika welatîyên me, me medenî kir! Xapandin derdek dinê, evîndarîya ji wê kesê ku te xapandîye re jî derdek cuda! Yên ku jehra Kemalîzmê dixwin êdî zilletekî çawa dijîn nizanim…” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.