Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê
Teyrê ku li hinek navçeyên Stenbolê barî, di demek kurt de rêyan bi spî nixumand. Welatiyan ji bo parastina wesayîtên xwe xalîçe û betanî bi kar anîn.
Hewaya biharê ya meha Nîsanê cihê xwe ji ber sar û baranê guhertiye. Piştî ku germahî di dawiya hefteyê de gihîşt 15 pileyan, doh li Stenbolê teyrok barî.
Her çend li hin deverên bajêr barana dijwar berdewam kir jî, teyrok bi demkî bandor li Beşîktaş, Şîşlî, Zeytînburnu, Esenler û Sultangaziyê li aliyê Ewropayê û Umraniyeyê jî kir.
Li gorî daneyên meteorolojiyê, îro li bajarê mezin hewaya baranî û sar dê bibare. Germahî dê li dora 10 pileyan be. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.