Hêzên ewlehîya hindûrîn a Sûrîyeyê li Hesekeyê cîhên xwe girtin
Hêzên ewlehîya hindûrîn a Sûrîyeyê, di çarçoveya agirbesta ku bi HSDê re hat lidarxistin de ketin nav Hesekeyê.
Hat îfadekirin ku ev cîhgirtin, ji bo tesîskirina ji nû ve otorîteya dewletê û kêmkirina gengeşîyê gavek muhîm tê nirxandin.
Televîzyona Dewletê el-Îxbarîya, diyar kir ku ev bicîhkirin, bi armanca sepandina merhaleya entegrasyonê û agirbesta leşkerî ya ku hefteya borî hatîye îmzekirin e.
Di peymana agirbestê de tê gotin ku ew ê hêzên çekdar ji xetên têkilîyê vekişin û bi armanca destpêkirina entegrasyona ewlehîyê yekîneyên ewlehîyê yên hikûmetê li navendên Heseke û Qamişloyê werin bicîhkirin.
Heseke ku hem bi Tirkîye hem jî bi Îraqê re sînorê wî heye, di warê petrol û zêdebûna netewî de gelek cîheke hessas û muhîm e. Ev der ji sala 2012an ve ye cîheke parçekirîye. Piştî têkçûna DAÎŞê piranîya Hesekê ket bin kontrola HSDê, hikûmeta Sûrîyeyê jî li bajarên mezin herêmên ewlehîya sînor çêkiribûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.