Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend PKKyîyên ku amadehîya êrîşan dikirin girt

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend PKKyîyên ku amadehîya êrîşan dikirin girt

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, komek endamên PKKê li Herêma Kurdistana Iraqê hatin girtin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê girtina çend endamên PKKê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê ku ji teref Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin de hat destnîşan kirin “Li parêzgeha Dihokê komeke terorîstî ya PKKê ku çavdêriya otomobîlên leşkerî, kesayetiyên olî, civakî û siyasî dikirin, li parêzgeha Dihokê girtin.”

Di qeydên wîdeoyê yên ku hatin belavkirin de tê dîtin PKKyîyên ku hatine girtin îtîraf dikin ew hatine wezîfedarkirin da ku li Herêma Kurdistana Iraqê çalakîyên bi bombeyî tertîp bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.