
Hikûmeta Iraqê Salvegera Komkujiya Helebçeyê weke Cejna Giştî ragihand
Hikûmeta Iraqê ji bo bîranîna kîmyabarana Helebceyê ji aliyê rejîma Baas a bi serokatiya Sedam Husên ve, biryar da ku roja 16ê Adarê weke betlaneya fermî were ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, roja Yekşemê 16ê Adara 2025ê li hemû sazî û rêxistinên li seranserê welat bi betlaneya fermî ya ji bo bîranîna tawanên rêjîma Baas li dijî gelên Iraqê yên weke Komkujiya Helebce, Enfal, gorên komî, serhildana Şebanê, kuştina alim û hedefgirtina partiyên siyasî, tê ragihandin.
Salvegera Komkujiya Helebçeyê ku her sal li saziyên Herêma Kurdistanê tê bibîranîn, îsal ji teref hikûmeta Iraqê ve yekem car wek cejneke fermî tê naskirin. Ev pêngav wek gaveke girîng ji bo rûbirûbûna Iraqê ji bûyerên bi êş ên rabirdûyê û rêzgirtina ji bo bîranîna qurbaniyan tê dîtin.
Komkujiya Helebçeyê di 16ê Adara 1988an de dema ku balafirên şer ên Iraqê bi fermana Seddam Husên bi çekên kîmyayî êrişî Helebçeyê kirin, qewimî. Di êrîşê de zêdeyî 5 hezar Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin qetilkirin. Ev karesata ku bi navê “Komkujiya Helebçeyê” derbasî dîrokê bû, merhaleya herî bi êş û dawî ya Qirkirina Enfalê bû, hemleya qirkirina sîstematîk a ku rejîma Baas di navbera salên 1986-1989an de li dijî gelê Kurd pêk anîbû.
Li gorî raporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) di encama vê êrîşa kîmyayî de zêdetirî 43 hezar û 753 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 61 hezar kes jî bi kêmendamên daîmî canê xwe didomînin. Lêkolînên Doktorên Sînornenas bi awayekî teqez eşkere kir ku gaza xerdel li Helebce hatiye bikaranîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.