Hikûmeta Sûrîyê û SDG li ser agirbestek berfireh û entegrasyonê li hev kirine
Hikûmeta Sûrîyê û SDG gihîştin rêkeftineke nû û berfireh ji bo garantîkirina agirbestekê û pêşvebirina yekbûna merhaleya entegrasyona leşkerî û îdarî.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûrîyeyê SANA, di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de peymanekk berfireh ku tê de agirbest û lihevkirinek li ser yekbûna gav bi gav a avahiyên leşkerî û îdarî hene hatiye kirin.
Çavkaniyek hikûmetê ji qenala El-Îxbariye re got ku li gorî peymanê, dijminatiya di navbera aliyan de hatiye rawestandin û pêvajoya entegrasyonê ew ê gav bi gav were bicîhanîn.
Li gorî rêkeftinê, yekîneyên leşkerî ew ê ji xalên têkiliyê vekişin. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî dê bikevin navendên bajarên Heseke û Qamîşlî, ev yek dê aramiya herêmê xurt bike û pêvajoya yekbûna hêzên ewlehîyê bide destpêkirin.
Çavkaniyê diyar kir ku dê firqeyek ji sê tûgayan pêk were ku girêdayî HSDê bin, û hêzên Kobaniyê dê wekî tûgayek girêdayî bajara Helebê werin rêxistin kirin.
Li gorî agahiyan, peyman entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser bi saziyên dewleta Sûrîyeyê û parastina pozîsyonên heyî yên personelên sivîl dihewîne.
Her wiha hat ragihandin ku di peymanê de maddeyên ji bo rêkxistina mafên sivîl û perwerdehî yên civaka Kurd, û her wiha garantîkirina vegera kesên koçber ji bo herêmên wan hene.
Çavkaniyê tekez kir ku armanc ev e ku rêkeftin yekîtîya axa Sûrîyê xurt bike, serweriya hiqûqê garantî bike û entegrasyona tevahî li herêmê pêk bîne; û hevkarîya di navbera alîyan de dê zêde bibe, û hewldanên hevbeş ji bo ji nû ve avakirina welat werin yek kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.