Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne diyar e

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ne diyar e

Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê di Tîrmehê de bidawî dibe, û ji ber nakokiyên di navbera aliyan de, dirêjkirina dema wê ne hêsan e.

Birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema diyarkirî de, di kêmtirî meheke din de, gelekî zehmet bûye, ji ber ku dema Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê di 7'ê Tîrmehê de bidawî dibe, bi dûr jî tê zanîn ku aliyên Iraqî bi hêsanî li ser avakirina komîsyoneke din ji bo pêkanîna hilbijartinan li hev bikin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di sala 2004’an de bi biryareke serdema rêveberiya Paul Bremer hate avakirin. Heta niha yasayê wê sê caran ji aliyê parlamentoyê ve hatiye sererastkirin.

Di Mijdara 2023’an de, dema komîsyonê 6 mehan hat dirêjkirin û di 7’ê Tîrmeha îsal de bi dawî dibe. Çarenivîsa gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi sedema rawestandina karê wê ji aliyê Dadgeha Federalî ve, ketiye ber tûneleke tarî.

Bidawîhatina dema komisyonê, anku alî hewl didin komîsyoneke nû ji aliyê pêkhateyên cuda yên Iraqê ve hilbijêrin, ku beşek ji wan bi taybetî Çarçoveya Hemahengiyê, ji karê komîsyona niha ne razî ne û dixwazin komîsyonek li ser bingeha pişka pêkhateyan ava bikin.

Nîşan hene ku hilbijartina komîsyoneke nû, dê nakokiyan di navbera pêkhateyan de çêbike, ji ber ku hin hêzên Şîe dixwazin bi rêya komîsyonê, rê li ber ferzkirina hejmonyaya xwe li Iraqê xweş bikin. Herwiha Betalbûna werzî ya yasadanana Parlamentoya Iraqê jî astengiyek din e, her çend rûniştina yasayî mehekê hatiye dirêjkirin jî.

Ji vê rewangehê ve, ti garantî nîne ku gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bo meha Cotmehê were paşxistin. Hin çavdêr dibêjin, ev astengî dê hilbijartinên nû yên Parlemantoyê dê bighînin, heta Cotmeha 2025an.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.