Hişyariya krîtîk ji pispor: Di tembeliya çav de tespîtkirina zû gelek girîng e

Hişyariya krîtîk ji pispor: Di tembeliya çav de tespîtkirina zû gelek girîng e

Pisporê Tenduristî û Nexweşiyên Çav, Op. Dr. Hüseyin Güzel diyar kir ku tembeliya çav di nava civakê de dora ji sedî 3 (%3) tê dîtin û destnîşan kir ku divê ev nexweşî bi taybetî di navbera temenê 3-6 salî de were tespîtkirin.

Pisporê Tenduristî û Nexweşiyên Çav Op. Dr. Hüseyin Güzel ku li Êlihê ji mîkrofona ÎLKHAyê re axivî, diyar kir ku heke tembeliya çav di zarokan de di dema zû de neyê tespîtkirin, dibe bibe sedema windabûna dîtinê ya herdemî (daimî).

Güzel destnîşan kir ku bi taybetî di serdemên beriya dibistanê de kontrolên çav ên bi pergal gelek girîng in û di vê mijarê de hişyariyên girîng dan malbatan. Güzel diyar kir ku divê malbat tevgerên dîtinê yên zarokên xwe bi baldarî bişopînin û da zanîn ku heke tembeliya çav di temenê biçûk de were tespîtkirin serkeftina dermankirinê gelek bilind e, lê di temenên mezin de ev rêje bi awayekî cidî kêm dibe.

Güzel bi bîr xist ku geşedana dîtinê heta temenekî diyar berdewam dike û bal kişand ser wê yekê ku heke ev pêvajo ji dest biçe, dikare bandoreke neyînî li ser perwerde û jiyana pîşeyî ya zarokan jî bike.

Huseyin Guzel

Güzel got, "Tembeliya çav di zarokan de rewşeke gelek girîng e û di nava civakê de dora ji sedî sê tê dîtin. Di rewşên wekî cudahiya numareyan di navbera her du çavan de, hebûna xfîlbûnê (şaşîtî) an jî di malbatê de çîroka bikaranîna berçavkan hebe, divê mirov baldar be. Tembeliya çav a ku bi taybetî di navbera temenê 4-6 salî de, di serdema beriya dibistanê de were tespîtkirin û dermankirin, piranî bi serkeftî baş dibe. Lê belê, mixabin piştî temenê 10 salî rêjeya serkeftina dermankirinê kêm dibe."

"Kontrola birêkûpêk a çavên zarokan gelek girîng e"

Güzel diyar kir ku divê zarok di muayeneya çavan a birêkûpêk re derbas bibin û ev îfade bi kar anîn:

"Ji ber vê yekê kontrola birêkûpêk a çavên zarokan gelek girîng e. Divê bi hûrgulî were lêkolînkirin ka di zarok de xfîlbûn (şaşîtî) heye an na, û gelo di navbera her du çavan de cudahiya numareyan heye an na. Malbat; heke bibînin ku zarokên wan çavê xwe li hev qermiçandin (qisandin) û lê dinêrin, tenê çavekî xwe bi kar tînin, televizyonê ji nêz ve temaşe dikin an jî di çav de ber bi hundir an derve ve şiqitînê (kayma) hîs bikin, divê bêyî wext winda bikin serî li pisporekî bidin. Her wiha, heke di malbatê de bikaranîna berçavkan, çîroka tembeliya çav hebe an jî di xwişk û birayan de rewşeke wisa hebe, nabe ku kontrol werin îhmalkirin."

"Dibe ku bêyî nîşanan jî derkeve holê"

Güzel bal kişand ser wê yekê ku carinan tembeliya çav dikare bêyî tu nîşanan pêş bikeve û ev îfade bi kar anîn:

"Tembeliya çav carinan dikare bêyî ku tu nîşanan bide jî derkeve holê. Ji ber vê yekê, divê zarok teqez ji bo muayeneya çav a birêkûpêk werin birin. Nexwe, dibe ku zarok di tevahiya jiyana xwe de pirsgirêka kêm-dîtinê bijî. Di salên pêş de, dibe ku nekaribe hinek pîşeyên wekî leşkerî, polîsî û şofêriyê yên ku dîtineke baş dixwazin bike. Kesên ku asta dîtina wan ji asteke diyarkirî kêmtir be, nikarin van pîşeyan bikin. Zarok di serdema dibistanê de dikarin bi gilî û gazincên wekî nedîtina textê (tahtê), êşa çav û serî bi rewşê bihesin. Tespîtkirina zû di vê xalê de girîngiya jiyanî (heyatî) hildigire. Bi taybetî di tembeliya çav a ku di navbera temenê 3-6 salî de tê tespîtkirin de, heke dermankirin û şopandin bi pergal werin kirin, rêjeya serkeftinê gelek bilind e."

"Tespîtkirina zû û şopandina birêkûpêk girîngiyeke mezin hildigire"

Güzel derbarê pêvajoya dermankirinê de agahî dan û bal kişand ser wê yekê ku rêbaz di temenê biçûk de bêtir bi bandor in û wiha got:

"Dermankirin bi gelemperî bi rêbaza girtinê (kapama) ya sade lê sebir dixwaze tê kirin. Çavê saxlem tê girtin û bi vî rengî tê xwestin ku çavê kêm dibîne bixebite. Bi çalakiyên wekî xwendin, boyaxkirin û yapbozê (parçeyên lîstikê), demarên dîtinê yên çavê tembel tên hişyarkirin. Lê belê, ji ber ku geşedana demarên dîtinê bi gelemperî li dora temenê 10 salî temam dibe, piştî vê temenê bersiva ku ji dermankirinê tê girtin kêm dibe. Dermankirina tembeliya çav bi ameliyatê nîne. Heke di wextê xwe de midaxale neyê kirin, dikare bibe mayînde (daimî). Ji ber vê yekê, tespîtkirina zû û şopandina birêkûpêk girîngiyeke mezin hildigire."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.