Hişyariya pisporan bo sunetê: Ji bo tendurustiya zarokan di sinetê de gavên rast şert in

Hişyariya pisporan bo sunetê: Ji bo tendurustiya zarokan di sinetê de gavên rast şert in

Pisporê Cerahiya Zarokan Op. Dr. Selim Özkaya, bal kişand ser wê yekê ku sinetkirin kiryareke tibî ye û destnîşan kir ku divê di şert û mercên sterîl de û ji aliyê doktorên pispor ve bê kirin.

Pispor Op. Dr. Selim Özkaya diyar kir ku sunetkirin hem wekî sepaneke kevneşopî hem jî dînî bi awayekî berfireh tê kirin, lê di heman demê de kiryareke cerahî (operasyon) ye.

Özkaya destnîşan kir ku sunet ji bo tendurustiyê bi feyde ye û bal kişand ser wê yekê ku divê ev pêvajo bibe nebe di hawirdora nexweşxaneyê de û bi peydakirina mercên tibî yên pêwîst bê pêkanîn.

Özkaya diyar kir ku malbat piranî sunetê wekî karekî hêsan dibînin û destnîşan kir ku mudaxileyên li hawirdorên ne guncav û ji aliyê kesên ne pispor ve tên kirin, dikarin bibin sedema pirsgirêkên tendurustiyê yên mayînde.

Özkaya bal kişand ser wê yekê ku nexasim muayeneya berî operasyonê, hilbijartina temen, mercên sterîlizasyonê û nirxandina rîska xwînberbûnê xwedî girîngiyeke jiyanî ne; wî îfade kir ku divê biryara sunetê teqez piştî nirxandineke tibî bê dayîn.

"Sunet ji aliyê tibî ve gelek feydeyên wê hene."

Özkaya destnîşan kir ku sunet ji bo tendurustiyê tevkariyên girîng peyda dike û weha got:

"Sinet ji aliyê tibî ve gelek feydeyên wê hene. Berî her tiştî, dikare pêşî li enfeksiyonên rêyên mîzê û enfeksiyonên herêmî (lokal) bigire. Her wiha, ji bo dema pêş de, nexasim ji bo pêşîgirtina li nexweşiyên ku bi riya têkiliya zayendî derbas dibin û ji bo dabînkirina hîjyeneke hêsantir, xwedî girîngiyekê ye.

"Di navbera 3-6 salî de bi gelemperî nayê pêşniyarkirin"

Özkaya anî ziman ku nabe sunet di her temenî de wekî hev were nirxandin û weha got:

"Her çend sunet wekî sepaneke kevneşopî xuya bike jî, kiryareke tibî ye. Heke zarok bê sunetkirin, divê di destê kesên jêhatî de, di hawirdora nexweşxaneyê de û di mercên sterîl de bê kirin. Nexasim di 6 mehên pêşîn de, di dema nûbûyî de heke pêkhateya penîsê guncav be, sunet dikare bê kirin. Lê belê, ji ber ku zarok di navbera 3-6 salî de dikare ji aliyê derûnî (psîkolojîk) ve bandor bibe, bi gelemperî di vê navbera temenî de nayê pêşniyarkirin. Ji xeynî van temenan, dema ku mercên guncav werin peydakirin, ev kiryar dikare bê encamdan."

"Nirxandina guncawbûnê şert e"

Özkaya bal kişand ser wê yekê ku divê berî sunetê teqez nirxandineke tibî bê kirin û diyar kir ku kiryarên li hawirdorên ne guncav dikarin bibin sedema pirsgirêkên giran. Wî ev îfade bi kar anîn:

"Berî sunetê divê teqez bê nirxandin ka penîs ji bo vê kiryarê guncav e yan na. Di sunetên ku li malan an jî di kabînên tendurustiyê de tên kirin de; pirsgirêkên wekî kêmbûna dirêjiya penîsê, xwarbûna penîsê an jî zêde jêkirina çerm dikarin derkevin pêş. Di rewşên wusa de dibe ku hewce bike sunet ji bo temenên mezin ku geşedana penîsê lê guncav e, bê paşxistin. Her wiha, kiryarên ku di mercên nesterîl (nepaqij) de tên kirin, dikarin bibin sedema enfeksiyonên giran."

"Piştî sunetê rîska enfeksiyonê kêm dibe"

Özkaya diyar kir ku sunet ji bo hin nexweşan dibe neçariyeke bijîşkî û weha destnîşan kir:

"Di pratîka rojane de tê dîtin ku li cem zarokên nesunetkirî, enfeksiyonên çermê serê penîsê (prepüsyum) û enfeksiyonên rêyên mîzê bêtir tên dîtin. Tê zanîn ku piştî sunetê ev rîska enfeksiyonê kêm dibe. Di hin rewşan de, sunet dibe neçariyeke tibî. Nexasim ji bo nexweşên ku nexweşiya gurçikan li wan heye û meyla wan li ser enfeksiyona rêyên mîzê heye, ji bo kêmkirina rîska têkçûna gurçikan ku di pêşerojê de dibe ku pêş bikeve, sunet tê pêşniyarkirin."

"Girîng e ku sunet di hawirdora nexweşxaneyê de û di mercên sterîl de bê kirin"

Özkaya bi bîr xist ku sunet operasyoneke cerahî ye û bal kişand ser girîngiya pişkinîna li dijî rîska xwînberbûnê ya berî kiryarê û weha got:

"Sunet, di mercên guncav ên nexweşxaneyê de û di rewşên pêwîst de di bin bandora sedasyon an jî anestezîyê de dikare bê kirin. Bi vî awayî, zarok bêyî ku tu ezmûneke neyînî (trawma) bijî, operasyon tê meşandin. Li welatê me sunet hem wekî sepaneke kevneşopî hem jî dînî bi awayekî berfireh tê kirin. Lê belê, wekî pisporekî cerahiya zarokan pêşniyara me ev e; berî ku biryara sunetê bê dayîn, divê teqez ji aliyê pisporekî tendurustî û nexweşiyên zarokan, pisporekî cerahiya zarokan an jî pisporekî urolojiyê ve zarok bê nirxandin. Girîng e ku sunet di hawirdora nexweşxaneyê de û di mercên sterîl de bê kirin."

"Divê neçariyên xwînberbûnê teqez werin lêkolînkirin"

Özkaya weha axivî: "Her wiha, berî kiryarê divê were lêkolînkirin ka nexweşiya xwînberbûnê heye yan na. Di sunetên ku bêyî testên xwînê li malan an jî di hawirdorên ne guncav de tên kirin de, her çend kêm be jî, pirsgirêkên giran ên xwînberbûnê derdikevin holê. Hin nexweş ji ber xwînberbûna zêde ya piştî sunetê serî li servîsên acîl didin û ji bo rawestandina xwînê dibe ku careke din bikevin ameliyatê. Ji ber ku ev kiryareke cerahî û bi xwîn e, divê berî wê teqez ji aliyê neçariyên xwînberbûnê ve nirxandin bê kirin. Nexweşî, windakirina xwînê ya giran dikare rîska jiyanî çêbike."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.