HUDA PAR: Em êrîşa li ser Îranê şermezar dikin

HUDA PAR: Em êrîşa li ser Îranê şermezar dikin

HUDA PAR êrîşa rejîma sîyonîst û Emrîkayê ya li ser Îranê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ger îro Tehran hedef tê girtin, divê were dîtin ku ev nîşanek e ku sibê paytextên din, bajarên din û gelên din ên bindest wê bibin hedef."

Navenda Giştî ya HUDA PARê derbarê êrîşa li ser Îranê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên îşxalê û terorê yên Emrîkyê û rejîma sîyonîst ên ku bi salan e li herêmê berdewam dikin, bi cepheyeke nû têne berdewamkirin.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin:

"Êrîşa îşxalker û barbar a Emrîka û rejîma sîyonîst careke din erdnîgariya me ya bindest dixe nav behreke agir û xwînê. Ev tora terorê ya cîhanî ku bi salan e li Filistîn, Yemen, Sûrîye û Lubnanê komkujiyan dike, niha bi êrîşeke hovane ya li ser Îranê cepheyekî nû vekirîye."

HUDA PARê diyar kir ku êrîş ne tenê ji bo Îranê, lê di heman demê de ji bo hemû dewlet, gel û tevgerên berxwedanê yên ku helwestek serbixwe nîşan dane jî tehdîdek e û planên emperyalîst armanc dikin ku herêmê bixin çokê xwe û hişmendiya Ummetê ji holê rakin.

Di daxuyaniyê de weha hat îfadekirin, "Ev plan senaryoyek xwînî ya xewna îsraîla Mezin û xwesteka emperyalîst a serdestiyê ye ku li ser erdê tê sepandin." û bal hat kişandin ser wê rastiyê ku hovîtiya sîyonîst heta ku hesab ji bo xwîna li Xezzeyê neyê pirsîn, ew ê nesekine.

HUDA PAR bang li hemû gelên li erdnîgariya Îslamê kir ku li dijî dijminê hevpar bibin yek, hevgirtinê zêde bikin û nekevin nav xefikên emperyalîst.

Di dawiya daxuyaniyê de, peyameke sersaxiyê ji gelê Îranê re hat şandin, ji bo şehîdan rehmet û ji bo birîndaran jî şifayê xwestin.

"Em vê êrîşa hovane û xayîn a li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi tundî şermezar dikin. Em ji birayên me yên şehîd re rehma Xwedê, ji birîndaran re şifayê dixwazin û ji hemû gelê Îranê re sersaxî û sebrê dixwazin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.