HUDA PAR li Duhokê beşdarî şînê bû

HUDA PAR li Duhokê beşdarî şînê bû

Lijneyek ji HUDA PARê, li Duhokê beşdarî şîna mirovên ku li Mêrdînê hatibûn qetilkirin bû.

Endamê Sazîya Îstîşareya Navend yê HUDA PARê Nasuhî Sevînîk û lijneyek, beşdarî şîna 5 mirovên ku ji Duhokê hatibûn Tirkîyê û di dema hatina wan de li Mêrdînê dûçarê êrîşeke gemar bûbûn û di encama wê êrîşê de canê xwe ji dest dabûn bûn.

Cenazeyên 3 jê pîrek 5 hemwelatîyên Kurdistana Başûr yên ku roja Çarşembê di encama êrîşekî de canê xwe ji dest dabûn, piştî miameleyên wan yên otopsî a li Tip a ‘Edlî ya li Mêrdîn û Xarpêtê ji malbatên wan re hatin teslîmkirin.

Ji cenazeyan 2 hebên wan ji Şeladîzeya Dihokê, 3 hebên wan jî ji Bagerayê re hatin şîyandin.

Welatîyên Kurdistana Başûr yên ku nimêja wan ê cenazeyê hatin kirin, bi tekbîr û selewetan hatin definkirin.

Ji nimêja cenazeyê re Endamê Sazîya Îstîşareya Navend yê HUDA PARê Nasuhî Sevînîk û lijneyek ji HUDA PARê jî beşdarî bûn.

Sevînîkê ku dûre bi malbatên qurbanîyan re axivî, silav û sersaxîyên Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî ji wan re şîyand.

Sevînîk di axavtina xwe de weha got, “Mixabin em hemûyan bi vê qetlîama xemgîn lerizîn. Em ji kesên ku rehmet kirine re ji Xwedê Teala rehmê, ji bo we malbatên bi xemgîn re jî daxwazîya sebrê dikin. Daxwazîya me ev e ku bira meseleyên ewakî qet çênebin û divê ku ji bona meseleyên ewakî çênebin firsed jî neyê dayîn. Em mecbur in ku ji bona ku ewletîya can û mal tertîp bikin, sekineke li hember hemû hereketên ku hizûr û biratîyê xera bikin destê xwe bidin destê hev û bi dilê rehet hereketê bikin. Em wek HUIDA PARê hêvî dikin ku bira pêvajoya ‘edlî ya ku ev birayên me bi wehşetî hatine qetilkirin bi berfireh, zelal û bi tertîp bê meşandin û em ê şopînerê ev meseleyê jî bibin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.