HUDA PAR wê li Wanê panelek malbatî li dar bixe
Serokatiya Jin û Malbatê ya HUDA PARê wê li Wanê panelek bi navê "Keleha Dawî: Malbat" li dar bixe.
Li Wanê ji teref Serokatiya Jin û Malbatê ya HUDA PARê ve, bi mijara "Malbat: Keleha Dawî" panelek ew ê were lidarxistin, derbarê tehdîdên li ser malbatê û tedbîrên ku li dijî van tehdîdan werin girtin.
Panela ku dê roja Yekşemê, 31ê Tebaxê, saet 20:00an de li Hola Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê were lidarxistin, ew ê ji teref Alîkarê Lêkolînê Dr. Aytekin Çelik ve were birêvebirin.
Talûkeyên navxweyî û derveyî yên ku malbatê tehdît dikin û tedbîrên ku li dijî wan werin girtin ew ê werin nîqaşkirin.
Di panelê de, Dr. Ebuzer Dalga dê "Tedbîrên ji bo Parastina Malbatê û Ragihandina Di Nav Malbatê de" pêşkêş bike, Prof. Dr. Abdulhak Halim Ulaş wê "Talûkeyên Navxweyî û Derveyî yên ku Malbatê Tehdîd Dikin û Tedbîrên ku Li Dijî Wan Bêne Girtin" pêşkêş bike, û Fulya Kuncak jî dê "Tedbîrên ji bo Parastina Yekparebûna Malbatê û Navbeynkariyê" pêşkêş bike.
Serokatiya Jin û Malbatê ya HUDA PARê li Enqere, Stenbol, Êlih û Qeyseriyê bi beşdariyeke mezin panelên malbatê li dar xist û ji bo rewşa heyî ya malbatê çareserî pêşkêş kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.