HUDA PARê ji bo “bêrêtîya” di şaredarîyan de bang kir: Bila di Meclîsê de sîstemekî kontroleke tesîrdar bê tesîskirin

HUDA PARê ji bo “bêrêtîya” di şaredarîyan de bang kir: Bila di Meclîsê de sîstemekî kontroleke tesîrdar bê tesîskirin

Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Demîr got, “Divê di meseleya micadeleya bi bêrêtîyê de di bin bana Meclîsê de sîstemekî kontroleke tesîrdar bê tesîskirin û kontrolên ku têne kirin jî bi şeffafî ji raya giştî re bên parvekirin."

Parlamenterê Entabê û Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Meclîsê de daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û derheqê rojevê de nirxandinan kir.

Demîr, derheqê bêrêtîyên ku di şaredarîyan de têne kirin de axivî û weha got, “Kîjan partî dibe bila bibe dema ku bêrêtîyê dike -tu dixwazî ew partî CHP, AKP, ÎYÎ Partî an jî yên dinê bin- mitleq ji wan hesab bê pirsîn û di warê hiqûqaê de heta dawîn micadele bê dayîn.”

Demîr êrîşên rejima îşxalker jî lenet kir û got, “Divê welatên Îslamê li hember sîyonîzmê fotoxrafkî zelal û yek bidin, ew mecbur in ku bi hev re tevbigerin û tedbîrên leşkerî bistînin, ev bûye tiştekî ferz.”

Demîr îfade kir ku li hinek herêman ziwahî heye û derheqê vêya de jî çareserî û pêşnîyazan got.

“Welatên Îslamê li hember sîyonîzmê mecbur in ku tedbîrên leşkerî bigrin”

Demîr ji axavtina xwe re bi lenetkirina êrîşên rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê dest pê kir û got, “Van êrîşan carekî dinê jî nîşan dan jî tu welatekî herêmê ji şer û êrîşên sîyonîzman ne emîn in; ew ne di ewlehîyê de ne. Ji li vê derê heqîqatekî jî heye ku bi zelalî eşkere bûye: Zimanê tenê yê ku şebekeya terorê ya îsraîlê jê fêhm dike hêz û qewet e. Me vêya, di herba 12 rojan a ku bi Îranê re kir de jî bi zelalî dît. Ew, kengî li hember hêz û qewetekî dîtin, di zûtirîn dem de bûn hewarîyên aşîtîyê û dest bi xwestina agirbestê kirin. Divê welatên Îslamê li hember sîyonîzmê fotoxrafkî zelal û yek bidin, ew mecbur in ku bi hev re tevbigerin û tedbîrên leşkerî bistînin, ev bûye tiştekî ferz. Heger ewakî nekin ew ê tu welatekî li vê erdnigarîyê li hember şerrê îsraîlê û Emrîkaya hevparê wî neemîn be. Em carekî dinê jî binê vêya xêz dikin ku ev heqîqet û rastîyekî ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.