HÜDA PARê li Qilebanê di standa 'Ez zimanê xwe yê dayikê hildibijêrim' de welatî hatin agahdarkirin
Serokatiya Parêzgeha Şirnexê ya HÜDA PARê, li navçeya Qilebanê bi slogana 'Ez Zimanê Xwe yê Dayikê Hildibijêrim' standek vekir û xebata hişyarkirinê pêk anî.
Serokê Navçeya Navendî ya Şirnexê ya HÜDA PARê Hüseyin Üzen, Serokê Şaxê Ciwanan Yusuf Kızılkaya û heyeta pê re, li navenda navçeyê standek vekirin û derbarê hilbijartina dersa bijartî ya Kurdî de welatî agahdar kirin.
Di çarçoveya xebatê de esnaf hatin ziyaretkirin û broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin.
Serokê Navçeya Navendî ya Şirnexê ya HÜDA PARê Hüseyin Üzen di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku paşeroja gelekî, bi xwedîderketina zimanê wê yê dayikê pêkan e. Üzen anî ziman ku zimanê dayikê mîraseke giranbiha ye ku ji bav û kalan maye û parastina vê mîrasê berpirsiyariyeke çandî û manewî ye.
Di ziyaretên esnafan de bal hat kişandin ku zindîhiştina urf, adet û nasnameya çandî rasterast bi parastina ziman ve girêdayî ye. Hat diyarkirin ku ji bo nifşên pêşerojê, veguhestina zimanê dayikê ji bo zarokan girîngiyeke jiyanî (heyatî) hildigire. Nexasim ji bo xwendekarên polên 5, 6 û 7’an ên dibistanên navîn, bal kişandin ser dema hilbijartina dersan û ji malbatan re ev şîret hatin kirin: Bijartina dersa Zimanê Dayikê, Siyera Nebî (Jiyana Pêxemberê Me), Agahiyên Olî yên Bingehîn û Qurana Pîroz. Rayedaran diyar kirin ku ev ders hem ji bo nasnameyê hem jî ji bo hişmendiya nirxan (değer bilinci) tevkariyên giring dikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.