HUDA PARê Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş zîyaret kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û parlamenterên wî yên pê re çûn serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş. Di vê serdanê de, xebatên komîteyê yên derbarê pêvajoya nû de hatin nîqaşkirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi tevî Wekîlê Entabê Şahzade Demîr û Wekîlê Mêrsînê Faruk Dînç li meqamê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ziyaret kirin.
Derbarê qebûlkirina ku li ser hesabên medyaya civakî yên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hatiye ragihandin de ev hat weşandin:
"Serokê me yê TBMMê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û Wekîlê Entabê Şahzade Demîr û Wekîlê Mêrsînê Faruk Dînç ku pê re bûn qebûl kir."
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdanê de parvekirinek kir û got, "Me Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê, Birêz Numan Kurtulmuş, li ofîsa wî ziyaret kir. Me derbarê Komîsyona ku dê li Meclisê were damezrandin de agahî girt û ramanên xwe ji me re anîn ziman. Em ê bi dilgermî her cure tevkariyê ji bo avakirina biratiyê pêşkêş bikin. Ez ji Serokê Meclisa xwe re ji bo pêşwaziya wî ya xweş spas dikim." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.