HUDA PARê wê li Şirnexê panêlek bi navê “Zimanê Xwe Yê Dayîkê Hildibêjêrim” li dar bixe
Serokê Bajarê Şirnexê yê HUDA PARê Emcet Yalçin, hemî kesan dawetî panêla “Zimanê Xwe Yê Dayîkê Hildibêjêrim” ku bi armanca hebûna di jiyana perwerdehîyê de û parastina nasnameya çandê ya zarok û ciwanên herêmê were lidarxistin kir.
Panêl, ew ê di 1ê Sibaê de roja Yekşemê di saet 13.30yan de li eywana konferans a Odeya Senayî û Bazirganî ya Şirnexê were lidarxistin.
Hat îfadekirin ku ew ê moderatî ji teref Nurettîn Tatar ve were lidarxistin û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr bi sernava “Rola Yekkirina Perwerdehîyê Di Zimanê Dayîkê De”, Prof Dr. Nurullah Agîtoglu bi sernava “Faktora Ziman a Biyanîbûna Di Navbera Nifşan De” û Yahya Kulter jî bi sernava “Rola Ziman Di Warê Lêkirina Nasnameyê De” pêşkêşîyan lidarbixin.
Serokê Bajarê Şirnexê yê HUDA PARê Emcet Yalçin, hemî gelê Şirnexê dawetî bernameyê kir, û ew destnîşan kir ku bila dersên bijarte yên Kurmancî jî werin bijartin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.