HUDA PARê Wezîrê Tenduristîyê Memîşoglu zîyaret kir

HUDA PARê Wezîrê Tenduristîyê Memîşoglu zîyaret kir

Parlamenterên HUDA PARê Serkan Ramanli û Faruk Dînç, Wezîrê Tenduristîyê Prof. Dr. Kemal Memîşoglu zîyaret kirin û daxwazîyên xwe yên di warê micadeleya bi meddeyên hişbir û tayînkirina personelên tenduristîyê de anîtin rojevê.

Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli û Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dînç, Wezîrê Tenduristîyê Prof. Dr. Kemal Memîşoglu zîyaret kirin. Di zîyaretê de zerarên mibtelabûna meddeyên hişbir û tayînkirina personelên tenduristîyê hatin bidestxistin.

Di hevdîtinê de, pirsgirêk û çareserîyên di vî warî de yê HUDA PARê ku di xebata xwe ya sehayê de bidestxistibû hatin pêşkêşkirin. Parlamenteran bal kişandin ku divê di pêşgirtina van mibtelabûna meddeyên hişbiran de ku di nav ciwanan de zêde ye micadeleke tesîrdar bê dayîn. Bi tevî vana meseleya personelên ku li hêvîya tayînkirinê ne jî hat axavtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.