ÎDEVê li Meclîsê pêşangehek bi navê "Îmtîhana Ummetê: Xezze" vekir

ÎDEVê li Meclîsê pêşangehek bi navê "Îmtîhana Ummetê: Xezze" vekir

Pêşangehek bi navê "Îmtîhana Ummetê: Xezze" ku ji hêla Weqfa Perwerdehiya Îdeal (ÎDEV) ve hatî organîzekirin, li Meclisê hate vekirin.

Karîkaturên ku ji bo Pêşbirka Karîkaturên Navneteweyî ya 'Îmtîhana Ummetê: Xezze' ku ji hêla ÎDEV ve hatî organîzekirin û fînala wê di Gulana borî de pêk hat, hatine pêşkêş kirin, li Meclîsê hatin pêşandan.

Vekirina pêşangeha karîkaturan a bi navê "Îmtîhana Ummetê: Xezze" li hola Salona Konferansê ya Avahiya Têkiliyên Giştî ya Meclîsê hate lidarxistin û hejmareke mezin ji kesên ji alema sîyasî û civaka sivîl beşdar bûn.

Di pêşangehê de Rêveberê Îdarî yê Meclisê Hasan Turan, Serokê Koma Dostaniya Tirkiye-Fîlîstînê ya navbera meclîsan; Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û parlementerên HUDA PARê Serkan Ramanli, Faruk Dinç û Şahzade Demir; Parlamenterên gelek partiyên siyasî; Alîkarê Serokê Giştî yê ÎDEV Fatîh Taş; Karîkatorîstê Rehber TV Mikail Çiftçi; Ozkan Unal û Endamên Lijneya Rêveber a ANFÎDAPê; Serokê Parêzgeha Enqerê yê HUDA PARê Parêzer Ahmet Karaarslan û rêveberiya wî; Alîkarê Serokê Giştî yê HAKSÎADê Veysî Ay û Midûriyeta Şaxa HAKSÎADê ya Enqereyê û welatiyan jî amade bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û Berpirsê Îdarî yê Meclîsê û Serokê Koma Dostaniya Navbera Parlamentoyên Tirkiye-Filîstinê Hasan Turan di bernameyê de axivîn û destnîşan kirin ku tiştên li Xezzeyê diqewimin ji bo mirovahiyê ceribandinek hevpar e û divê qirkirin neyê jibîrkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.