IHO EBRAR, li Etîyopyayê bîra avê vekir, nan û xwarina germ belav kir

IHO EBRAR, li Etîyopyayê bîra avê vekir, nan û xwarina germ belav kir

Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO EBRAR, li Etîyopyaya welatê Efrîqayê bi piştgirîya xêrxwazan, bîra avê vekir û bi sedan însanan kêfxweş kir.

Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO EBRAR, li Etîyopyaya welatê Efrîqayê bi alîkarîya ku dike rûyê gelê herêmê kêfxweş kir.

IHO EBRAR, bîra avê jî bi duayan vekir. Bi saya bîra ku hat vekirin bi sedan însan gihaştin ava paqij û gelê herêmê pê gelek kêfxweş bûn.

Piştî vekirina bîra avê sazî faalîyetên xwe berdewam kir û lijneya sazîyê li herêmê ji malbatên mihtac re nanê germ belav kir.

Lijne dûre çû herêmekî dinê û li wê derê jî ji bi sedan însanan re xwarina gem belav kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.