Îmamoglu, Yanardag û Ozkan bi sûcdarîya “sîxûrtî”yê hatin girtin
Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Stanbolê yê Berê Ekrem Îmamoglu, rojnameger Merdan Yanardag û dîrektorê kampanyaya hilbijartinê Necatî Ozkan hatin girtin.
Serdozgerê Komarîya Stenbolê derheqê tehqîqata ku bi îddîayên “sîxûrtî” û “damezrandina rêxistina sûc a bi armanca menfîetê” dihat meşandin de biryar da.
Her sê mirovên ku li Qesra Edaletê ya Stenbolê îfadeyên wan hatin girtin, piştî temambûna karên wan ji Hakimtîya Cezaya Silhê re hatin sewqkirin.
Hakimtî, piştî nirxandinên ku hatin kirin, derheqê Îmamoglu, Yanardag û Ozkan de biryara girtinê da. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.