Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin
Wezareta Bazirganiyê, li Diyarbekir, Stenbol û Balikesirê di marketên zincîre de zêdebûna fahiş (nerewa) ya bihayên fêkî û sebzeyan tespît kir.
Hat tespîtkirin ku îsota sor (kapya) ya ku ji Adanayê bi 7 lîreyan hatiye kirîn, li marketeke zincîre ya Diyarbekirê bi 199,99 lîreyan hatiye firotin. Wezareta Bazirganiyê, ji bo ku derbarê marketên zincîre yên navborî de pêvajoya mueyîdeya îdarî bide destpêkirin, dosya ji Lijneya Nirxandina Bihayê Neheq re şand.
Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di lêkolînên li ser Sîstema Tomara Halê de hat tespîtkirin ku îsota tûj a kesk bi 20 lîreyan ji marketê re hatiye firotin, lê ji xerîdar re bi 249,99 lîreyan hatiye pêşkêşkirin. Hat ragihandun ku xiyar bi 5,3 lîreyan hatiye girtin û di marketê de bi 79,90 lîreyan hatiye firotin; li Balikesirê jî tomatoka kokteyl bi 148 lîreyan hatiye girtin û bi 258 lîreyan pêşkêşî xerîdar hatiye kirin.
Di kontrolên ku li Sultanbeyliya Stenbolê hatin kirin de jî di tomato, porteqal, celebên îsotan û zencefîlê de nîşanên zêdebûna bihayê fahiş hatin dîtin. Wezaretê daxuyaniya “Têkoşîna me ya li dijî fersendkarî û zêdebûna bihayên neheq dê li seranserê welat bi rengekî bêtawîz berdewam bike” da.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.